1. Şêx Evdirehmanê Axtepî (1850-1905) nivîskarekî kurd e. Li gor beyana di pêşgotina pirtûka wî ya Rewdneîmê de, sal 185O li gundê axtepe di şeva êvara înê de, roja 3Oê meha Rebî'ulewelê ji diya xwe re çêbûye û di sal 1905, pêncê Sibatê, yan 29ê Adarê jî, li amedê çûye ber dilovaniya Xwedê. |
|
17.09.2014 13:30 |
xwelî li ser
|
2. Ji helbesteka wî: |
|
22.02.2015 13:15 |
xendekî
|
3. Şêx Ebdurrehman kurê şêx hesenê nûranî ye. Ji şêxên mezin ên terîqeta neqşenbendî bû. Sala 1850 li Axtepe ya qezaya Şêr Çinara Diyarbekirê ji dayik bûye. Kitêba wî ya navdar Rewdenne`îm e ku tê de behsa çîroka Mîracê dike. Şêx Ebdurrehman Sala 1910 an her li Axtepe wefat kiriye. |
|
16.12.2020 12:28 |
yûsiv
|
4. Ev rêzika wî tenê dema min ewil dî kêfa min jêre hat hê jî di hişê mindeye ez ne şaşbim wihaye; |
|
16.12.2020 23:19 |
shorbevan
|
5. Rewşenbir, zana, nivîskarê kurd e. Gora wî li gundê axtepê yê ku di neqeba bismil û çinarê de ye. Li axtepê bo gora wî tirbeyek hatiye çêkirin û nêzî tirba wî girek heye. Berê serî buharî her sal em diçûn ser tirba wî. Li nav gel weke ziyaret dihat zanîn û em jî diçûn. Lê belê wê demê ez biçûk bûm. Min nedizanî bê ka ev camêr kî ye. Serê şeveqê em zû diketin rê bo ji xwe re cih zevt bikin. Tabî ji êvar de ciya min tudarekê xwe dikir bo sibê em zû herin. Li wir dê bavê min diçûn ser tirba wî dua filan dikir lê em zarok me ji xwe re dilîst. Tew bîra dua muaya nedibir. Me bi gogê dilîst, me hêlekan çêdikir. Li wir sûkek dihat danîn û pêlîstok, şekirê ziyaretan( ewên spî dema mirov dixwe tev dikeve ber dirana), cilên zaroka dihat firotan. Min jî ji xwe re demançeyek standibû bere pismamê xwe dida. |
|
17.12.2020 01:32 |
tîrêj zana 21
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |